Îran: Eger êrîş bibe, şer wê li derveyî herêmê jî belav bibe

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku eger Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîl car din êrîşî Îranê bikin, wê şer belavî derveyî sînorên Rojhilata Navîn jî bibe.

Muxafizên Şoreşê ya ku weke artêşa îdeolojîk a Îranê tê zanîn, roja çarşemê daxuyanî da û peyamên tund da DYE û Îsraîlê.

Daxuyanî li ser Sepah News hate weşandin û wiha hate gotin, “Eger dubare êrîş li ser Îranê pêk were, şerê herêmî vê carê wê belavî derveyî herêmê jî bibe û darbeyên me yên xurt, dê we têk bibin.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt jî hate gotin, “Dijminê Emerîkî-Siyonîst bila baş bizane, tevî êrîşên ku du artêşên cîhanê yên herî buha bi hemû kapasîteya xwe dimeşînin, Şoreşa Îslamê hîna hemû hêza xwe bi kar neaniye.”

TRUMP CAR DIN WEXT DA

Serokê DYE’yê Donald Trump jî roja sêşemê daxuyanî da û got, eger bi Îranê re peymaneke mayînde çênebe, ew ê car din êrîşa leşkerî pêk bînin.

Trump anî ziman ku wî “heya 2 yan jî 3 roj, dibe înî, şemî, yekşem yan jî heya destpêka hefteya din” wext daye rêveberiya Tehranê û destnîşan kir ku ew şer naxwaze.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî diyar kir ku şerekî nû yê muhtemel “wê hîn zêdetir suprîzan” bigire nava xwe û Washington hişyar kir.

ŞER 28’Ê SIBATÊ DESTPÊ KIRIBÛ

Di êrîşên Îsraîl û DYE’yê yên ku 28’ê Sibatê li ser Îranê dan destpêkirin de, gelek rayedarên Îranî yên payebilind jiyana xwe ji dest dabûn. Di nava miriyan de lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney jî hebû.

Piştî van êrîşan Îranê li seranserî herêmê operasyonên bersivdanê yên cur be cur, pêk anîbû. Her çendî ku navbera aliyan ji 8’ê Nîsanê ve agirbest di meriyetê de ye jî, gefên beramber fikarên ji bo zêdebûna rageşiyê, zêde dike.